Îsraîlê berpirsê ‘Koma Îslamî’ girt
Hêzên Îsraîlê li bajarokê Hebariyê yê li başûrê Lubnanê berpirsê ‘Koma Îslamî’ girt.
Hêzên Îsraîlê li bajarokê Hebariyê yê li başûrê Lubnanê berpirsê ‘Koma Îslamî’ girt.
Li gorî Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) yekîneyek leşkerî ya Îsraîlê nêzî saet 04.00’an ê berbanga îro ket bajarokê Hebariyê yê başûrê Lubnanê û berpirsê "Koma Îslamî" Etwî Etw wî girt.
Artêşa Îsraîlê jî der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li gorî agahiyên îstîxbaratî yên di hefteyên borî de kom kirine, hêzên wê di saetên derengiya şevê ket herêma Cebel Rûs (Hardov) û avêt ser avahiyekê. Artêşê da zanîn ku di serdegirtinê de kesekî payebilind ê "Koma Îslamî" hat girtin û sewqî hundirê Îsraîlê hat kirin da ku lêpirsîn bê destpêkirin. Her wiha diyar kir ku di avahiyê de çek hatin dîtin.
Ji aliyê xwe de "Koma Îslamî" vê sibehê daxuyaniyek weşand û piştrast kir ku hêzên Îsraîlê ket bajarokê Hebariyê yê navçeya Hasibeya û berpirsên wê yên herêma Hasibeya û Merceiyûn Etwî Etwî ji mala wî revand. Komê diyar kir ku Etwî ber bi cihekî ne diyar ve hat birin û got, hêzên Îsraîlê li Etwî dan û malbata wî tirsand.